PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê derve yê Firansayê Jean Yves Le Drian kir û li ser pirsên hevpar gotûbêjan dikin.
Duhî jî Wezîrê Derve yê Fransayê gehiştibû Bexdayê û piştî kombûnê li gel rayedarên bilind ên Îraqê, bi serdanekê fermî li Hewlêrê û li gel serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanê kom bûbû
Demek berê jî li gel serokê hikumeta Herêma Kurdistanê civîya û pitşî wê kombûnê jî li gel serok Mesûd Barzanî civiya.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Fransa silav û rêzên Serok Macron bi Serok Barzanî ragihand û got: Eve cara hefteme serdana Kurdistanê dikim û min sozekî zêde ji bo vir heye û hatime silav û rêzên Serok Macron bi cenabê we rabigihînim û piştevaniya Fransa ji bo gelê Kurdistanê dûpat bikim. Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê, bi taybet metirsiyên serhildana terorê û rewşa Bakûrê Sûriye guftûgo kirin.
‘SEROK BARZANÎ JI BO ROL Û PIŞTGIRIYA FRANSAYÊ SPASIYÊN XWE PÊŞKÊŞ KIRIN’
Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ya ji bo rola Fransa ya li piştgîriya berdewamiya doza gelê me, carekî din dilgiraniya xwe ya di derbarê rewşê û çarenivîsa Kurd li Sûriye ji bo Wezîrê Derveyê Fransa ronahî kir û ragihand: Her çareseriyek ji bo vê rewşê bê pêşniyar kirin û li her rêkeftinek da pêwîste qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurd li Sûriye li ber çav bê girtin. Carekî din jî daxwaz kir Fransa wekî dostekî herdemi ya gelê Kurdistanê û beşekî girîng ya li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li guherîna demografya navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye û rûdana karesatan de rola xwe bibîne.
‘DERBARÊ TÊKOŞÎNA DIJ DAIŞê DE BERDEWAMIYA HEVPEYMANIYÊ Û HEVKARIYA FRANSAYÊ HAT DÛBATKIRIN’
Her li vê hevdîtinê de bi hûrî behsa metirsiyên serhildana grûpa terorîstiya hevawayê DAIŞê kirin û Wezîrê Derveyê Fransa dilgiraniya welatê xwe ya li egera serhildana terorê li rewşa xerab ya navçeyê da derbirî û tekez li ser berdewamiya hevpeymanî û hevkariya Fransa û Herêma Kurdistanê li dijî terorê kir.
Serok Barzanî ragihand ku mixabin ew rewşa bingehek ji bo serhildana DAIŞ û grûpên wekî wê rexsand hê jî maye û aloziya rewşê xizmeta serhildana wan dike. Serok Barzanî tekez jî kir ku şerê terorê nabê tenê serbazî bê û pêwîste li rûyê civakî, siyasî, aborî û fîkrî ve reg û bingeha wan grûpên terorîstî bê hişk kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin