PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Trabzonê li navça Of ê, kesekî bi çek êrîşê kurmetê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu yê bi navê Sefa Dönmez kir û wî giran birîndar kir. Hat ragihandin ku 3 gule berdanê, rewşa wî girane û wî birine nexweşxana navça Of ê.
Li gor ragihandina rojnama Sözcü yê; li ser munaqeşa serokê AKP ê yê navçê Ahmet Çapoğlu û Sefa Dönmez, Faruk Ulusoy bi demançê li Dönmez xistiye û rewşa wî baş nîne. Gumanbar Faruk Ulusor reviyaye.
Li ser bûyerê parêzger, rêvebirê asayîşê û fermandarê Trabzonê çûne navça Of ê û ji bo bûyerê agahiyan sitendine. Ji bo gumanbar bigrin, hêzên asayîşê lê digerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin