PeyamaKurd – Li gorî nûçeya BBCyê hat îdiakirin ku Emîrê Qetarê Temim bin Hamad Al Sani roja Şemiya borî bi balafireke taybet çûye Tehranê.
Di nûçeya BBCyê de hat îdiakirin ku ev serdana nepenî ji bo ku Qeter Tehranê ji bin dorpêçan rizgar bike û di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkariyê bike hatiye kirin.
Li gorî amarên malpera Filgtradar24 jî balafira cûre A320 a Airbus a Emîrê Qeterê roja Şemiyê li dor demjimêr 19.00ê êvarî li Tehranê daniye û piştre li demjimêr 22.30yan jî vegeriyaye Dohayê.
Nûçeya serdana Emîrê Qeterê ji aliyê herdu welatan ve jî bi fermî nehatiye piştrastkirin, lê çavkaniyên Qetarê red nakin ku pêwendiyeke navbeynkariyê di navbera Amerîka û Îranê de hatiye sazkirin.
Hêjayî gotinê ye, di van demên dawî de Amerîkayê hêzên xwe yên deryayî û keştiyên şer ên balafirên bombardimanê di wan de, li dijî gefên Îranê li Rojhilata Navîn bicih kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin