Dr. Berzenci: Peymana karmendên tenduristiyê yên ku bi peyman kar dikin, hat nûkirin

Dr. Berzenci: Peymana karmendên tenduristiyê yên ku bi peyman kar dikin, hat nûkirin

PeyamaKurd– Wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, girêbesta wan karmendên tenduristiyê yên ku bi girêbest kar dikin, hat nûkirin.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî ragihand, serokatiya encumena wezîran biryar da peyman tevahiya wan karmendên tenduristiyê yên ku bi peyman  kar dikin, were nûkirin.

Berzencî her wiha got, nûkirina girêbesta wan karmendan hinekî gîro bû ew jî ji ber rewşa niha ya ji ber Koronayê bû. Çend rojên din dê wezareta darayî jî mûçeyê wan bide.

Di bersiva vê pirsê de ku gelo girêbesta wan karmendan dê bibe dayimî yan na, wezîrê tenduristiyê got, beriya ku nirxa petrolê erzan bibe û kirîza Koronayê derkeve, me pilan kiribû em girêbesta wan bikin dayimî lê niha rewş hinekî zehmet bûye. Lê her gava rewş normal bibe dê girêbesta wan bibe dayimî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin