PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Hondurasê Enrique Reina di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de wiha got, "Balyozê Îsraîlê Roberto Martînez ji bo şêwirmendiyê gazî welat kirin."
Di daxuyaniya ku do ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Hondurasê ve hat dayîn de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) banga agirbesta lezgîn hat kirin û ev daxuyanî hatin dayîn:
"Divê di her şert û mercî de rêz ji mafên mirovan re bê girtin. Li Şerîda Gazzeyê trajediyeke însanî ya felaket diqewime û gelê sivîl ku bi giranî ji zarokan pêk tê di bin bandorê de ye."
Herwiha Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro û Serokê Şîliyê Gabriel Borîç ji ber berdewamiya nakokiyên Îsraîl û Gazzeyê, balyozên xwe yên li Tel Avîvê ji bo şêwirê vexwendin.
Berdevka Serokomariya Bolîvyayê Maria Nela Prada û Alîkarê Wezîrê Karên Derve Freddy Mamani di civîneke hevpar a çapemeniyê de ragihandin ku wan biryar daye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin