Dadgehê biryar da: ‘Bijî Kurdistan’ ne sûc e!

Dadgehê biryar da: ‘Bijî Kurdistan’ ne sûc e!

PeyamaKurd - Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê ya Duyemîn a li Bakurê Kurdistanê, li ser doza akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum biryara beraetkirina wî da ku ji ber peyva `Bijî Kurdistan!` 5 sal ceza ji bo wî dihat xwestin.

Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê di rûniştina 9ê Nîsanê de, bi piraniya dengan biryar da ku parvekirinên Hifzullah Kutum ên li ser medya civakî ne tawan in û di çarçoveya azadiya ramanê de bikaranîna peyva “Bijî Kurdistan!” rave dikin.

Akademisyen Hifzullah Kutum ku li beşayî Maliyeyê ya Zanîngeha Firat a Xarpêtê mamoste bû, li ser medya civakî salvegera Şoreşa Îlonê parve kiribû û gotibû, “Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be û bijî Kurdistan”.

Piştî wê parvekirinê li aliyê Serokatiya Zanîngeha Firat ve ji kar hatibû dûrxistin û ala Tirkiyê li ser deriyê odeya wî hatibû danîn û polîsan jî ew binçav kiribû.

Piştre jî doza ‘propagandaya rêxistina terorê’ li ser hatibû vekirin û dozgeriyê 5 sal ceza ji bo wî daxwaz kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin