PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo mijarê bir ser gotina ku serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas gotibû hevkariya bi Îsraîlê re rawestînin û got ku divê ewlekarî û hevkariya di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de dewam bike. Pompeo li wezareta karên derve behsa têkiliyên her dû aliyan kir. Pompeo weha got:
“Em hêvî dikin ku serokê Fîlîstînê bibîne ku ev yek di leha xelkê wî de ye. Em dikarin bi vî awayî hereket bikin. Hêviya me ew e ku hevkariya ewlekariyê û hevkarî dewam bike. Divê xebata her dû aliyan dewam bike da xelkê wan di ewlehiyê de be. Ez bi temamî ji axaftinên Mehmûd Abbas agahdar nînim lê xemgînim ku biryara rakirina peymanan daye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin