PeyamaKurd – Weqfa Alîkariya Barzanî diyar kir ku ew ê alîkariyên xwe yên ji bo Efrînê, Rojava bidomînin.
Endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Alîkariya Barzanî ya Efrînê Rewaj Hacî derbarê xebatên xwe yên li Efrînê de daxuyaniyek da.
Hacî diyar kir ku ew ê alîkariya gelê Efrînê bidomînin û wiha got: "Bi piştgiriya rêxistina Almanî ya "WHO" hejmareke zêde ji alavên rojane yên ku rojane tên bikaranîn, kolandin û paqijiyê radestî Şaredariya Efrînê kirin."
Rewaj Hacî destnîşan kir ku ev amûr ji kolandinê, sondaj û alavên paqijiyê pêk tên ku şaredarî rojane li Efrînê bi kar tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin