Pakîstan: Em nikarin dijminahiya Amerîkayê ragirin

Pakîstan: Em nikarin dijminahiya Amerîkayê ragirin

PeyamaKurd-Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf ragihand ku welatê wî nikare dijminahiya Amerîkayê ragire, ji ber vê yekê jî divê bi Washingtonê re têkiliyên baş werin danîn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf got ku divê Îslamabad bi Washingtonê re têkiliyên xwe baş bike lewra Pakîstan nikare dijminahiya Amerîkayê ragire. Şahbaz Şerîf li ser tometên ku Serokwezîrê Berê yê Pakîstanê Îmran Han bi komploya Amerîkayê hatiye daxistin jî axivî û got, ‘daxuyaniya Komîteya Neteweyî ya Ewlehiyê zelal e û di nav de rast li komployeke biyanî nehatiye.

Şahbaz Şerîf, birayê Navaz Şerîf e ku 3 serdem Serokwezîrtiya Pakîstanê kiribû. Di hilbijartina 11ê Nîsanê de bi girtina 174 dengan, piraniya dengan bi dest xistibû û wekî Serokwezîrê Pakîstanê hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin