Zelensky ji bo muzakereyan 3 bajar pêsniyar kirin: Stenbol, Baku, Varsova…

Zelensky ji bo muzakereyan 3 bajar pêsniyar kirin: Stenbol, Baku, Varsova…

PeyamaKurd – Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky piştî daxuyanîya Kremlînê ya derbarê şandina heyeta muzakereyan bo paytexta Belarûs Mînskê de, red kir ku li Mînskê beşdarî muzakeryên ligel Rûsyayê bibe.

Zelensky îro 27ê Sibatê di demeke ku artêşa Rûsyayê êrîşên mezin li ser hemû bajarên Ûkraynayê dane destpêkirin bersiva Kremlînê da û got, “Me ji bo muzakereyan bajarên Varşova, Stenbol û Baku pêşniyar kirin. Lê Mînsk nabe. Heger Belarûsê dijminatîya Ûkrayna nekiriba me yê qebûl bikira.”

Li aliyê din Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov, îro eşkere kir ku heyeta wan a muzakereyan li Mînskê ye, lê heyeta Ûkraynayê nehatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin