PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêrtê ji bo li hemberê şewata daristanan tedbîr bigre, li temamê daristanên bajêr heya fermanekî dinê çûn û hata nava daristanan qedexe kir.
Bi biryarê de, vêxistina agir li daristanan, çêkirina manqelatn û tiştnên ku bibin sedema şewata daristanê qexene û kesên li pey vê fermanê neçin, dê di derbarê wan de kiryarên îdarî û edlî bên kirin. Parêzgehê got:
“Di daristanan de vêxistina manqelan, semawer û kirina pîknîkê ya bi agir, fenerên daxwazê, meşale, fişekên hewayî û yên ku karibin bibin sedema derketina şewatê û vêxistina agir hatine qedexe kirin.”
Tenê sehayên mesîreyan yên weka Siirt Orman Parkı, Tillo Kale, Tillo Tabiat Parkı, seha Deliklitaş ya Mesire û Baykan Orman Parkı ne di nava ciyên qedexekirî de ne.
Bi biryarê re wê kontrolên tîmên pêwendîdar û hêzên asayîşê yên wekî polîs û cendirmeyan dewam bikin.