Serok Barzanî pêswaziya mîsyona Awustralyayê kir

Serok Barzanî pêswaziya mîsyona Awustralyayê kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya li Balyozê Awustralya yê Iraqê Glenn Miles û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Awustralya Miles pêwendiyên dualî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi erênî nirxand û daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtirkirina wan pêwendiyan nîşan da.
 
Di civînê de mijara hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê yên ku wê di 10ê Pûşperê de pêk bên jî hate gotûbêjkirin, hate destnîşankirin ku betalkirina kursiyên kotayê wê ziyanê bide jiyana hevbeş a pêkhateyên olî û nijadî yên Herêma Kurdistanê.
 
Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku pêkhate beşek ji gelê Kurdistanê ne û hate gotin ku Herêma Kurdistanê herdem li ser pêkve jiyanê bi rik bûye.
 
Her wiha di civînê de mijara mayîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li Iraqê jî hat rojevê û Serok Barzanî balê kêşa ser wê yekê ku ev pirseke niştimanî ye û got: "Ev mijar hemû civakan elaqedar dike. Ji ber wê jî pêwîste hemû alî ji metirsiya vejîna terorê haydar bin."
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin