PeyamaKurd- Êvara roja çarşem li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hikûmeta Amerîka kir ku ji Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û Serokê şandê James Jeffery û Cîgirê Hevkarê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn Joel Rayburn û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi Wekalet û Endamên Koma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAİŞê pêzanînên xwe ji bo pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihand, ji bilî hebûna gef û êrîşên zêde, Herêma Kurdistanê yek ji serkeftîtirîn navçeyê Rojhilata Navîn e. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku têkoşikana terorê û pêkanîna aramî, ewlehîyê ya sereke Amerîkaye li navçeyê da.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydaniyên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşaroja Kurd li Sûriyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û li vî derbarî de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin ev jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û her wiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriye ye.
Berdewamiya axaftinê de di navbera her du aliyan û peywendiyên Herêm û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêmê mijareke din a vê civînê bûn
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin