PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 6 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li girtîgehên Urmiye, Kirmaşan û Îlamê hatin darvekirin.
Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku îro du girtiyên bi navên Qilîç Şikuyî û Wehîd Bêhmeram li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin darvekirin ku bi tometa bazirganiya madeyên hişbir hatibûn mehkûmkirin.
Li girtîgeha Dizlawa ya Kirmaşanê jî kesek bi navê Eyûb Lutfî hat darvekirin ku ew jî bi tohmeta kuştina kesekî hatibû cezakirin.
Dou roj berê jî li girtîgeha Kirmaşan 2 welatiyên bi navên Xesrew Tarik û Kemal Biyanîrad bi tometa kuştinê hatibûn darvekirin û li Îlamê jî welatiyekî bi navê Setar Erxendehat hatibû bidarvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin