Lavrov ji bo peymana Îstenbolê sipasiya Erdogan kir

Lavrov ji bo peymana Îstenbolê sipasiya Erdogan kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji hûbûbatên Ûkraynayê bigihê bazara dinyayê peymana ‘Korîdora Hûbûbatê’ ya li Îstenbolê hat îmzekirin sipasiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan kir. Peyman îro li Îstenbolê di navbera Rûsya û Ûkrayna de hat îmzekirin ku di peymanê de Tayyip Erdoğan û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres amade bûn.

Wezîr Lavrov, di malpera fermî ya wezareta xwe de peyamekî belav kir û tê de behsa hûrahiya peymanê kir. Lavrov got ku Amerîka û hevkarên Amerîka daîma rewşê sabote kirin û weha got:

“Wê Rûsya li ser soza xwe bimîne. Amerîka û hevkarên wê ji bo berjewendiyên xwe bikaranîna xidayê dikin, ev nayê qebûlkirin û di derveyê mirovahiyê de ye. Em razî ne ku Washington û Bruksel ber li peymanê negirtin. Başe ku paketa peymanê ya xidayê ji siyasetê hat palandin û seha welatên ku pêdiviya wan bi xidayê heye fireh bû.

Divê welatên Rojava li peymanê xwedî derên. Em hêvî dikin ku peyman di pêşde bi zêdahî bê bicîhanîn. Wijdana mirovî ya NY û welatên Rojava di navde, temamê civaka navdewletî ji bo hemûyan ev girînge. Eger em hilberîna behemên çandinî yên Rûsya û Ûkraynayê, para wan ya di asta dinayê de bidin ber çav, wezîfa me ew e ku em welatên hêj nû pêşde diçin divê em pêdiviyên wan temîn bikin.”

Lavrov got; ji bo îmzekirina peymanê serokkomarê Tirkiyê Erdoğan gelek xebitî û hewl da. Ji bo xebat û hewlên wî sipasiya wî kir û weha dewam kir:

“Di encamê de ji ber encamê û destkeftiyan, ji bo xebata hevkarên me yên Tirk û weka kesayetiyekî dixwazim car din sipasina Recep Tayyip Erdoğan bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin