PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell li ser pêşdeçûnên herî dawiyê axifîn. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Îranê de hat kirin.
Abdullahiyan ragihand ku ew hewlên Borrell yên ji bo bigihên peymanekî teqdîr dikin û rexne li derxistina biryara bilez ya Amerîkayê ku dixwaze Rêvebiriya Atomiya Navdewletî biryarê derxe kir û rexne li tevgerên bilez yên neyînî yên Amerîkayê kir. Abdullahiyan xwest ku muzakere dewam bikin û weha got:
“Tehran her wext dixwaze encamanên rastteqîne bigre û divê terefên din ji tevgerên dijberên hev xwe dûr bixin. Eger Amerîka dixwaze tevgerên xwe yên neyînî dewam bike, em ê bersiva wan bidin. Dîplomasî tekane rêya çareseriyê ye. Îran ti carê ji rêya muzakereyan xwe dûr naxe.”
Borrell jî li ser mijara hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê de got ku dixwaze roleka erênî bileyîze û weha dewam kir:
“Rêya çarseriyê meşandina dîplomasiyê ye û reva ji tevgerên neyîniye. Ne dûre em di hevdîtinên Viyana de bigihên encamê. Niha wexta meşandina hevdîtinên bileze û divê em pir bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin