PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump dema ku ji bo serdaneke bo eyaleta Ohio ji Qesra Spî derket, derbarê Îranê de daxuyaniyên girîng dan rojnamevànan.
Trump destnîşan kir ku li pêşiya wî biryareke ku derbarê Îranê de were dayîn heye û got: "Îran perçe bûye. Pirs tenê ev e: Yan bi rêya hêsan an jî bi ya dijwar. Em ê vê yekê bi yek ji van her du rêyan çareser bikin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Trump siyaseta rêveberiya berê ya Demokratan rexne kir û diyar kir ku wan bihayên petrolê daxistiye asteke nizim.
Trump her wiha bal kişand ser mijara nukleerî û îdia kir ku Îranê ji ber merc û rewşê hema bêje dev ji hemû planên xwe yên çekên nukleerî berdaye.