Mesrûr Barzanî peyameka serxwesiyê da malbata Fayîq Towîq

Mesrûr Barzanî peyameka serxwesiyê da malbata Fayîq Towîq

PeyamaKurd - BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka serxweşiyê da malbata cîgirê berê yê Wezîrê Navxwe Fayiq Tofîq.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de weha got:

Ji bo malbata rehmetî Mamosta Fayîq Tofîq,

Bi xemgîniyekî mezin xebera koça dawî ya mamoste, cîgirê berê yê wezîrê navxwe Fayîq Tofîq gihişt min. Rehmetî Pêşmergeyekî dilsoz û kesayetiyekî niştimanperwer bû. Serxweşiyê li malbata we ya tekoşer dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û sebrê û aramiyê bide hemûkesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin