Kurdistan | 4 wefat û 344 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Kurdistan | 4 wefat û 344 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 344 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin ji 344 pêketiyên nû yên vîrûsa koronayê 162 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmaniyê, 89 kes li Duhokê û 6 kes li Germiyanê  ne.

Herwiha 2 kesan li Hewlêrê û 2 kesan jî li Duhokê ji ber Koronayê can daye û 114 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 110856 kesan, ya mirinan bû 3541 kes û heta niha 104602 nexweş jî baş bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin