PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Serok Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Balyoza Norwecê li Iraqê Tone Allers kir.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser pêwîstiyên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkariya civaka navdewletî kir û ji bo alîkariyên mirovî û hevkariyên Norwecê ji bo koçber û penaberan spasiya wan kir.
Balyoza Norwecê jî pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya alîkariyên mirovî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û her du alî hevrê bûn ku ji bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê, hê jî pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi piştgîriya civaka navdewletî heye.
Di hevdîtinê de rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, danûstandinên Hewlêr – Bexda yên ji bo çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa navçeyên maddeya 140 a destûrê, pirsa budceya giştî ya Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, kirdarên terorîstî yên vê dawiyê li Iraqê, serhildana DAIŞê û sedemên wê, pêşhat û pêşketinên navçeyê bi giştî hatin nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser amadeyî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûrê û girîngiya bicihkirina sîstema federaliyê kir ku bingeha aramî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê dibê.
Barzanî herwiha di vî derbarî de girîngiya rola alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin