HSDê 2 çekdarên DAISê li Sedadê girt

HSDê 2 çekdarên DAISê li Sedadê girt

PeyamaKurd – Yekîneyên Taybet ên HSDê, li gundewarê Şedadê du çekdarên DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, yekîneyên Antî-Teror ên HSDê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke li nêzî herêma Til Cayîr a rojhilatê gundewarê bajarê Şedadê li dar xist û di encamê de du çekdarên DAIŞê girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, her du çekdar di komkirina agahiyan, plankirina êrişên siwîqastê, hêsankirina veguhestina endamên DAIŞê di navbera herêma Serêkaniyê û gundewarê Dêrazorê de çalak bûn.

Herwiha hat eşkerekirin, alavên teknîkî û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin