Serokwezîr Barzanî paketeka reformê disîne parlementoyê

Serokwezîr Barzanî paketeka reformê disîne parlementoyê

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kuırdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema 100 roj di ser serokwezîrtiya wî de derbas bû, di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku wan komîsyoneka berfireh avakirine, qanûna reforman amade kirine û wê bişînin parlementoya Kurdistanê.

Barzanî ragihand ku ew “Kurdistaneka xurt” dixwaze û bo wê jî bê ferq û meyl bixe nav dezge, kes û saziyan, li dijî gendeliyê têbikoşe. Barzanî got ku di dezgeyên hukumetê de tedbîran bo ruşwetê sitendine û weha dewam kir:

“Gelek hewl dan ku em ji têkoşîna li dijî gendeliyê sar bibin. Lê ez temînatê didim hemwelatiyan ku em ê bi temamê hêza xwe li dijî gendeliyê têbikoşin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin