Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd birîndar kirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejale li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên Kurd dan ber guleyan û di encamê de kolberek bi navê Rehman Kerîmpûr bi giranî birîndar bû.

Ew kolberê ku birîndar bûye, xelkê bajarokê Bane bûye û niha li nexweşxaneya wî bajarî hatiye razandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin