Li Hatayê sumbulên avê ser çemê Asiye girtin

Li Hatayê sumbulên avê ser çemê Asiye girtin

PeyamaKurd – Çemê Asiyê ku ji Lubnanê ji Wadiya Bekaayê dertê û di ser Sûriyê de heya Hatayê tê, li Samandaxê dirije ser Derya Sipî, ser wê bi temamî bi sumbulên avê hat girtin. Bi dîmenên xwe yên kesk reng dide xwezayê. Lê hemwelatî dixwazin wan sumbulan ji ser çem rabin û çem bê paqijkirin.

Dirêjahiya Çemê Asiyê li dora 556 km ye û 98 km yên wê di nav Tirkiyê de derbas dibe. Di salên borî de di havînê de gelek caran dewleta Sûriyê ava wê digirt û heya digihiya Tirkiyê çem ziha dibû. Ev yek di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dibû arîşe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin