PeyamaKurd - Seroka Lijneya Şehîd û Enfalbûyan li Parlamentoya Kurdistanê radigehîne ku yasaya maf û îmtiyazên kesûkarên şehîdan dê bê sererast kirin, ji ber ‘’Hin kêmasî tê de hene.’’
Seroka Lijneya Şehîdan li Parlamentoya Kurdistanê Sosin Mihemed Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Yasaya maf û îmtiyazên kesûkarên şehîdan li herêma Kurdistanê hin kêmasî tê de hene, lijneya me kar bo sererast kirina wê yasayê dike.’’
Derbarê kêmasiyên heyî de jî wê parlamenterê got: ‘’Kêmasî gelek in, bo nimûne ew madeyên behsa bicîh kirina kesûkarên şehîdan di kar de dike, ku 5 xal hene bo li ser kar danînê heye, ev yek kême û emê bikin 10 xal û maf û îmtiyazên din jî dê pêdeçûn li ser bê kirin.’’
Sosin Mîrxan Mihemed ku endama fraksiyona PDKê ye li Parlamentoya Kurdistanê behs kir: ‘’Di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de hewla sererast kirina wê yasayê emê bidin.’’
Ji aliyê din ve Hewlêr û Bexda hewla wekhev kirina mûçeyê îmtiyaz û mûçeyê şehîdan û kesûkarên şehîdan didin, lê heta naha negeheştine rêkeftinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin