HDP ji komîsyonekê vekisiya, Sakik bang li hemû saredaran kir ku dest ji kar berdin

HDP ji komîsyonekê vekisiya, Sakik bang li hemû saredaran kir ku dest ji kar berdin

PeyamaKurd - Partiya HDPê ku sê endamên wê li Komîsyona Mafên Mirovan a li parlamentoya Tirkiyê hene, vekişîna xwe ji komîsyonê ragihand.

Her yek ji Ebru Gunay, Omer Faruk Gergerlioglu û Meral Daniş Beştaş, di civîneke rojnamevaniyê de li parlamentoya Tirkiyê encam dan û amaje bi wê kirin, di kombûna îro ya Komîsyona Mafên Mirovan li parlamentoyê, sivikatî bi wan hatiye kirin û ji ber wê jî biryara vekişînê ji wê komîsyonê dane.

Parlamenterên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) daxwaza demildest azadkirina Serokê Rêxistina Ciwanan a HDPê kirin ku nêzikî 10 roj e desteserkirî ye û parêzeran jî selmandine ku di girtîgehê de zext û îşkence li wî hatiye kirin.

‘Sakik daxwaz kir ku li dijî danîna qeyûman hemû şaredarên HDPê dest ji kar berdin’

Hevdem parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, weke bertekek li hember danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, daxwaz ji hevserok û serkirdeyên HDPê kir ku biryara destjikarberdana tevahiya şaredarên HDPê bê wergirtin û ji hemû şaredariyên mayî vekişin.

Ev daxwaza Sirrik Sakik dengvedanek hebûye û hejmareke parlamenter û berpirsên HDPê jî heman daxwaz arasteyî hevserok û serkirdayetiya HDPê kirine.

Roja 13ê Mijdarê li ser fermana Wezareta Navxweyî ya ‎Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya ‎Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatibûn danîn û bi vî awayî hejmara şaredariyên di destê HDPê de ku li ser qeyûm hatine danîn gihişt 20an.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin