Dijberiya di navbera Çîn û Amerîkayê de gurr dibe!

Dijberiya di navbera Çîn û Amerîkayê de gurr dibe!

PeyamaKurd- Di navbera Çîn û Amerîkayê de her dem dijberiyeke siyasî û aborî hebû. Êdî ev dijberî niha derketiye asta herî bilind.

Amerîka ji Çînê bihayê 34 mîlyar dolarî ji 800î zêdetir berheman dikire. Êdî niha jî rêvebiriya Amerîkayê ji %25 baca van berheman zêdetir kir û bi rengekî fermî ev qanûn hate tetbîqkirin.

Li dijî vê gavê, Çîn ji bo ku heman bersivê bide Amerîkayê, amadekariyên xwe dike. Di navbera her du dewletan de jixwe şerekî bazirganiyê hebû. Êdî piştî ku Amerîkayê ev qanûna bacê jî li dijî berhemên Çînê qebûl kir, Çîn jî bêbersiv nema. Çîn jî dixwaze ji bo Amerîkayê bacê bilind bike.

Amerîkayê ragihand ku heman qanûn, ji bo 300 berhemên bihayê 16 mîlyar dolarî jî wê di dawiya vê mehê de têkeve piyasê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin