PeyamaKurd – Elewîtî bi fermî ji aliyê Hikûmeta Awûstûryayê (Nemsa), wek baweriyeke ne girêdayî tu dînan û sîstemeke baweriyê ya serbixwe hat naskirin.
Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awûstûryayê, ji bo baweriya Elewîtiyê bê naskirin, bi salan e hewld dide.
Li gor Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan ê Awûstûryayê Ozgur Turak bi daxûyaniyekê da zanîn: “Serkeftin tu caran ne tesaduf e! Silav ji bo kesên ku bêwestan têdikoşin û li berxwe didin”.
Ozgur Turak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de eşkere kir: “Wek malbata Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awûstûryayê, di têkoşîna xwe ya bi rûmet a 12 salan de dawiya dawî me encam girt û di cîhanê de cara yekemîn e Elewîtî weke baweriyeke serbixwe hate qebûlkirin! Em ê di 20.04.2022an de li Navenda Çanda Elewiyan a Viyanayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê agahiyên berfireh ên li ser mijarê bi hevalên xwe yên rêzdar û raya giştî re parve bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin