PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden, wê biçe Viyetnamê ji bo gotûbêjkirina rêyên baştirkirina hevkariya di navbera her du welatan de.
Tê payîn ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden vê hefteyê piştî civîna G20 li Hindistanê biçe Viyetnamê.
Biryar e di serdana Biden bo Hanoi ya paytexta Viyetnamê de, ligel Sekreterê Giştî Nguyen Phu Tong û nûnerên din ên payebilind bicive û li ser rêyên baştirkirina hevkariya di navbera her du welatan de gotûbêjan bike.
"Rêber wê derfetan bikolin da ku mezinbûna aboriya Viyetnamî ya ku ji teknolojî û nûbûnê ve girêdayî ye," Qesra Spî di daxuyaniyek berê de li ser serdanê got. Dê mijarên berfirehkirina peywendiyên me yên di navbera civakan de bi rêya danûstandinên perwerdehiyê, têkoşîna li dijî krîza avhewayê, zêdekirina aştî, dewlemendî û îstiqrara li herêmê bên gotûbêjkirin.
Şirovekarên siyasî şîrove dikin ku seredana serokê Amerîkî bo Vîetnamê ku berê şer dikir, dikare Çînê hêrs bike.
Hate diyarkirin, Viyetnamê ku dixwaze Pekînê razî bike, piştî ku Biden di 10ê Îlonê de serdana Viyetnamê bike, dibe ku mêvandariya rayedarên Çînî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin