PeyamaKurd – Li Tirkiyeyî di navbera du erkên herî bilind ên darazê de, dubendî çêbûye û vê yekê bi xwe re aloziyeke hiqûqê bi xwe re aniye.
Piştî ku Dadgeha Makezagona Tirkiyeyê (AYM) li ser doza parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay ku ji doza Geziyê hatiye mehkûmkirin, biryara binpêkirinê da û parlementeriya wî lê vegerand, Dadgeha Darazê ya Bilind jî biryar daye ku ew biryara AYMê nas nakin û dozê li sê endamên AYMê vedikin.
Li ser biryara Dadgeha Darazê (Yargitay) nîqaş hatin destpêkirin ku tê gotin, nabe ti dadgeh û erkek din a dewletê biryara AYMê bicih neyîne û wê tune bihesibîne.
Di serî de partiyên opozîsyonê, baroyên bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl li ser vê biryara ku daraz nahêle Can Atalay vegere parlamentoyê nerazîbûnên tund nîşan didin û vê biryarê wekî têkçûna bi temamî ya hiqûqa Tirkiyeyê dinirxînin.
Gelek baroyan û di serî de partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHP li ser biryara dadgeha darazê doz vekirine û dest bi çalakiyên protestoyî kirine û dibêjin, li Tirkiyê hiqûqa mayî jî bi vî awayî hatiye jinavbirin.
Peyamakurd
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin