Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Belçîkayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Belçîkayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 9ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Belçîka yê li Urdin û Iraqê Filip Vanden Bulcke û şandeya ligel wî kir.

Piştî hevdîtinê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di civînekê de, pêşvebirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Belçîkayê, rola Belçîkayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine axaftin.

Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina têkiliyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş kir û hevnêrîn bûn ku DAIŞ li ser asayîşa Iraq û herêmê bi giştî metirsiyeke cidî ye û ji ber vê jî her tim pêdivî bi piştevaniya navdweletî heye.

Balyozê Belçîkayê rola Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî DAIŞê de û qurbanîdana Pêşmerge bilind nirxand û spasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî Belçîka wek hevbeşekê dê piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dewam bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Belçîkayê kir, ji bo wê piştevanî û hevkariya di şerê dijî DAIŞê de kiriye û tekezî li ser pêdivîya hebûna hevkarî û hevahengiyê di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê de, bi taybetî li deverên valahiya ewlehiyê heye, kir.

Herwiha rewşa Şingalê, koçberbûna xelkê wê deverê ji ber pevçûn û aloziyên vê dawiyê, erk û kar û çalakiyên UNITAD li Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya diyalog û hevtêgihiştinê, pirsên di warê azadî û azadiya raderbirînê de, Covid-19 û berkeftiyên wê, rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên din yên rojevê mijarên din yên civînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin