PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê şanda ku serdana herêma Kurdistanê bike de daxuyanîyek weşand.
Di daxuyaniya HDPê de hurgiliyên serdana şanda bilind a siyasî hatin eşkerekirin û hat gotin ku dê di şandeyê de Berdevkê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentarê Agiriyê yê HDPê Bedran Ozturk, Cîgirê Hevserokê HDPê Nazmi Gur û Parlamentarê Diyarbekirê yê HDPê İmam Taşçier cî bigirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dê şanda HDPê ku serdana Hewlêr û Silêmaniyê dike, pêşî 7ê îlonê bi Rêzdar Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne. Piştre jî dê şanda me bi rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmetê re hevdîtinan pêk bîne. Dê di çarçoveya serdanê de, bi nûnerên partiyên siyasî yên herêmê û rêxistinên civaka sivîl re di astên cuda de hevdîtin bên kirin.”
HDPê herwiha got ku dê Serok û Serokwezîrê Kurdistanê ji ber destbikarkirinê bên pîrozkirin û mijarên wekî; geşedanên herêmî, pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê, pêwendiyên navmala Kurdan û Konferansa Yekîtiya Netewî bên gotûbêjkirin û nirxandin.
Beriya niha Nîsana sala 2018an şandeke HDPê bi seroktiya Pervîn Buldan û beşdariya Osman Baydemir, Feleknas Uca û Îmam Taşçier serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî re jî hatibûn ba hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin