PeyamaKurd – Piştî du salan cara yekem Serokê Misirê Abdulfettah el Sîsî serdana Fransayê kir û li Parîsê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron civiya.
Herdu serokan piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xist û derbarê rewşa Libya, Rojhilata Navîn û krîza Rojhilatê Derya Spî de daxuyanî dan.
Macron bal kişand ser girîngiyia şirîkatiya stratejîk a ligel Misirê bo dîtina çareseriyeke siyasî li Libya, Rojhilata Navîn û Derya Spî û got, ji bo li Libyayê alozî zêde nebe pêwîstî bi çareseriyê heye.
Macron diyar kir ku spasiya Sîsî kir ku li demeke ku ew bûye mexdûrê boykotê di nav welatên îslamî de, serdana Parîsê kiriye û da xuyakirin, şirîkatiya herdu welatan ji bo îstiqrara li Rojhilata Navîn û Derya Spî dibe alîkar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin