Macron û Zeydî civiyan: 6 yadaştname hatin îmzekirin

Macron û Zeydî civiyan: 6 yadaştname hatin îmzekirin

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir.

Di hevdîtina her du serokan de di warê ewlehî, enerjî û balafirvaniyê de 6 yadaştnameyên hevfêmkirinê di navbera herdû welatan de hatin îmzekirin.

Macron di civîna çapemeniyê de bal kişand ser wê yekê ku hilbijartina Fransayê ji bo gera ewil a serdana Ewropayê ji aliyê Zeydî ve xwedî girîngiyeke mezin e.

Macron da xuyakirin ku pêwîst e ji bo kêmkirina tansiyona herêmî û ewlehiya enerjiyê ji bo Tengava Hurmizê rêyên alternatîf werin pêşxistin.

Di çarçoveya peymanên nû de, peymanên stratejîk di navbera her du welatan de di warê parastina hewayî, alavên leşkerî, xurtkirina lêkolînên zanistî û dabînkirina gazê de hatin erêkirin.