Mesûd Barzanî û Elî Zeydî civiyan

Mesûd Barzanî û Elî Zeydî civiyan

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Elî Zeydî, serokwezîrê erkdarkirî yê ku ji bo avakirina hikûmetê li Iraqê hatiye erkdarkirin, û şandeya pê re kir.

Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bi Elî Falih Zeydî û şandeya Çarçoveya Hevrêzkirinê re civiya.

Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Elî Zeydî, girîngiya yekkirina nêrîn û helwestan û avakirina hikûmetek bi hêz hate tekezkirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro berê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlerê pêşwaziya Elî Falih Zeydî kiribû.