Serok Mesûd Barzanî û Xamis Xencer civiyan

Serok Mesûd Barzanî û Xamis Xencer civiyan

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li herêma Kurdistanê li Pîrmamê (Selaheddîn) Xamis Xencer û heyeta pê re qebûl kir. Di hevdîtinê de piştî karê hêzên koalisyona navdewletî li Iraqê qediya, pêvajoya ku li pêşiya Iraqêye rave kirin.

Xamis Xencer serpereştekî Ereban yê Sunniye. Li gor ragihandina baregeha Barzanî; di civîne de li ser pêşdeçûnên herêmê yên giştî, di pêşde ezmûnên li pêşiya Iraqê çine, ji bo li Iraqê îstîqrar bi kok be, xebatên tên kirin, li ser van mijaran dan û sitendina ramanî kirin.

Yek ji mijarên girîng yên hevdîtinê yên di navbera serok Barzanî û Xencer de, piştî hêzên koalîsyonê ji Iraqê vekişiyan, pêvajoya ku li pêşiya Iraqê ye dê çawa bimeşe.

Di civînê de, her dû teref ji bo pêvajoya ku niha Iraq ketiyê, dê çawa derbas bikin, li serê axifîn û bûn hemfikir ku di navbera temamê terefên siyasî yên Iraqê de, divê dan û sitendin hebe û koordînasyonekî xwurt di navbera wan de dewam bike.