PeyamaKurd – Şîrketa navenda wê Danîmarka ye ya bi navê A.P. Moller-Maersk, 2 keştiyên wan çaxê bi keştiyên parastinê yên Amerîka re di Buhira Babulmendeb de derbas dibûn, bi fuzeyan êrîşê wan kirin. Hinek fuze ji terefê keştiyên Amerîkayê de hatin xistin. Di daxwuyaniya şîrketê de hat gotin ku:
“Dema keştiyên me di rêya xwe de diçûn, nêzî her dû keştiyan teqîn çêbûn û hêzên Amerîkayê çend fuzeyan îmha kir. Di êrîşê de keştî û muretebat zerarê nedîne û keştî bi keştiyên Amerîka re dageriyane Kendava Adenê.”
Her dû keştî ji bo Pentagonê, wezareta karên derve ya Amerîkayê, wezareta karên derve û ji bo dezgeyên dewleta Amerîkayê bar dibirin. Amerîka di şîrketê de hevpare.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin