CDUyê bang li Steinmeier kir: Bi Erdogan re askere biaxive

CDUyê bang li Steinmeier kir: Bi Erdogan re askere biaxive

PeyamaKurd - Parlamenterê CDU yê Almanyayê û Berdevkê Polîtîkayên Derve yên Koma Parlamenê ya Yekîtiya Krîstiyanan Jürgen Hardt, bang li Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier kir ku di hevdîtina di serdana xwe ya Enqereyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re de binpêkirinên demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi awayekî zelal bîne ziman.

Jürgen Hardt destnîşan kir ku li Tirkiyeyê beşdariya Kurdan a siyasetê tê astengkirin.

Beriya serdana fermî ya Enqereyê ya 3 rojan a ku sibê dest pê dike, Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) banga "aşkera biaxive" li Serokomar Steinmeier kir.

Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Koma Parlamenê ya Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) Jûrgen Hardt di daxuyaniya xwe ya ji bo AFPê de diyar kir ku Steinmeier di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re de divê bi zelalî li ser xalên ku rexne li wan tê kirin biaxive.

Hardt balê kêşa ser wê yekê ku Steinmeier Wezîrê Derve yê berê ye û got ku "Êdî Steinmeier ne dîplomatekî ji rêzê yê Almanyayê ye. Divê ramana piraniya Almanan a ku siyaseta Tirkiye û helwesta AKPê nebaş dibînin bi zelalî ji Erdogan re bibêje."

"Beşdariya siyasetê ya Kurdan tê astengkirin"

Hardt balê kêşa ser binpêkirinên giran ên mafê mirovan ên li Tirkiyeyeyê û wiha got:

 "Di vê heyama ku gendelî li tevahiya organên dewletê belav bûye de girtinên bi kêfî yên rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan yên bêyî bingehek yasayî didomin. Her wiha beşdariya siyasetê ya Kurdan bi awayekî cidî tê astengkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin