PeyamaKurd- Li Îranê pêşdarê oldaran û akademîsyen Mevlevî Abduşekur Terşabî di êrîşeke suîqestê de jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de Alîkarê Qaymeqamê Haşê Ehmed Bolag daxuyaniyek da çapemeniya Îranê û got ku Terşabî îro sibêhê rastî êrîşekê hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Heta niha em nizanin kê ev êrîş kiriye.
Bolag wiha berdewam kir: Terşabî oldar û alimekî girîng bû. Gelê herêmê ji ber vê êrîşî pir xemgîn e. Terşabî yekîtiya Îslamê û misilmanan diparast. Ji bo ku kujer werin dîtin, me lêpirsîn daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin