PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, 11 kes ji eşîra Teyî revandin.
Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku çekdaran 11 kes li bajarokê Silûk ê bajarê Girê Spî revandine.
Hat ragihandin ku kesên hatine revandin, 5 ji wan jin û 6 mêr ên ji eşîra Teyî ya Ereb in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin