Zelensky: Veguhestina sivîlên li Mariupolê dest pê kir

Zelensky: Veguhestina sivîlên li Mariupolê dest pê kir

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê, Vladimîr Zelensky ragihand ku veguhestina sivîlên Mariupolê dest pê kir. Zelensky da zanîn ku koma yekemîn a ji 100 kesan pêk tê, ber bi herêma bin kontrola Ukraynayê ve bi rê ketin.

Vladimîr Zelensky bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku sivîlên li Kargeha Azovstalê yên li Mariupolê, tên veguhestin. Zelensky da zanîn ku koma yekemîn bi rê ketiye û ew ê sibê li Zaporijyayê hev û din bibînin. Zelensky got ku tîma wan niha bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re ji bo veguhestina welatiyên din ên li kargehê di nav hewildanan de ne.

Navbenykarê Ukraynayî yê Serokê Partiya Xizmetkarên Gel David Arakhamia jî da zanîn ku ji destpêka şer ve û heta niha, veguhestina herî diwar, veguhestina îro ye. Hat zanîn ku di nav kesên tên veguhestin de jin, zarok û temendar jî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin