PeyamaKurd – Bo bi Serokê Fransayê Emmenuel Macron re bicive, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt paytexta Fransa Parîsê. Biryar e piştî Parîsê serdana welatên din ên Ewropa jî bike.
Geşta Mistefa Kazimî ya Ewropayê roja Yekşemê 18ê Cotmeha 2020an destpê kir û gihîşt Parîsê, Ev yekemîn wêstgeha serdana wî ya bo Ewropayê ye.
Kazimî derengiya şeva Yekşemê gihîşt Parîsê û dê îro, roja Duşemê bi Serokê Fransayê Emmaneul Macron bicive.
Di wê geştê de, şandeke bilind a Hikûmetê bi Serokwezîrê Iraqê re ne, ku ji hejmarek wezîr û serokên desteyên serbixwe pêk tê.
Herwiha Mistefa Kazimî di çarçoveya vê geşta xwe de, wê biçe Almanya û Birîtanyayê jî û biryar e bi rayedarên wan welatan behsa pireke nû ya pêwendiyan û xurtkirina têkiliyên du alî bike.
Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Kazimî di civînên xwe yên li gel rayedarên hersê welatên Ewropî de, dê behsa pêşhatên herî dawîn ên herêmî û navdewletî, bihêzkirina pêwendiyan, bihêzkirina hevkariya hevbeş di navbera Iraqê û wan welatan de, di warên weke aborî, asayiş û tendirustiyê de bike.
Kazimî dê roja Sêşemê li Almanya bi Şêwirmenda wî welatî Angela Merkel re jî bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin