Îsraîl: Nexseya me ya ji bo êrîskirina ser Îranê û jinavbirina rejîma Îranê amade ye

Îsraîl: Nexseya me ya ji bo êrîskirina ser Îranê û jinavbirina rejîma Îranê amade ye

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz diyar kir, nexşeya Îsraîlê ya ji bo êrîşkirina ser Îranê û jinavbirina rejîma Îranê amade ye.

Li gor Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz di gotareke xwe ya li parlamentoyê pêşkêş kiriye diyar kiriye, artêşa Îsraîlê xwedan karîn e û dikare êrîşî ser Îranê bike û ji bo vê yekê jî planeke hûr û kûr hatiye amadekirin, lê her gava tê avêtin gelek bi hûrî li ser radiwestin.

Herwiha di bersiva pirsa parlamenterekê ya ku gotibû “eger Netanyahu dîsa bibe Serokwezîr eger heye ku êrîşî ser Îranê bike an na? “gotiye, erê egereke wisa heye lê lazime di her warî de nirxandin ji bo pêngaveke wisa were kirin.

Hêjayî gotinê ye, do jî li ser sînorên navbera Iraq û Sûriyeyê êrîşî ser karwaneke Îranî hatibû kirin ku dixwest sotemeniyê ji bo hizbulaha Libnanê veguhêze û di destpêkê de hat gotin, Amerîka ev êrîşa han pêk aniye. Lê pişt re rayedarên Îsraîlî gotin, êrîş ji aliyê balafirên Îsraîlî ve hatiye pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin