Kurd û êsa dîroka xiyanetê

Kurd û êsa dîroka xiyanetê

Di derbarê êrîş û operasyona ser Rojavayê Kurdistanê de nivîskarê rojnameya Guardîan Michael Safi gotarek belav kir.

Michael Safi, di gotara xwe de dibêje: „Donald Trump rê da ku xaka Kurdan bê dagîrkirin. Ew, ne serokê yekem ê Amerîkayê ye ku pişta xwe dide neteweyekî. Kurdên ku li Rojhilata navîn zêdeyî 30 milyonî ne, dibêjin dostên me çiya ne. Ev gotin vê hefteyê dîsa rast derket. “

Michael Safi, bi berdewamî tine zimên û dibê: „Di Rojhilata navîn de Kurd çaremîn neteweyê mezin in. Kurd ji salên 1800 veji bo damezirandina dewleta xwe dixebitin. Piştî Şerê Duyemîn û têkçûna dewleta Osmanî derfetek ket destê Kurdan. Di dema peymana 1918an desînorên Kurdistanêhat destnîşankirin. Lê ji ber dijberîya Tirkan Ingilîz û Fransîyan ev peyman qetandin û avêtin, welatê Kurdan di navbera Tirkiye, Sûrîye û Iraqê de dabeş kirin. Hefteya çûyî dema Qesra Spî li hember dagîrkirina Tirkan ranewestîya, desthilatdarîya pozbilind a sala 1975an tê bîra meriv. Wê sale Saddam Hisên bi Şahê Îranê re lihevhatinek surprîz çêkir. Çek û pareyên ku ji pêşmergeyên Kurd re diçûn, ji nişka ve rawestîyan. Dîktatorê Iraqê jî li  dijî Kurdan dest bi êrîşê kir.Di salên 1980 î de Amerîkîyan zêdetir xwe dan pişta Saddam. Desthilatdarîya Ronald Reagen, di şerê dijî Kurdan û Îranê de piştgirî da Saddam. Di 1988an de bi bombeyên kîmyewî bi kêmanî pênc hezar Kurd hatin kujtin.„

Safî, bêbextîyên ku Amerîkîyan li Kurdan kiriye dinivîse û di dawîyê de dibêje: Gava Kuwêt hat dagîrkirin vê carê Amerîkayê Saddam wek dijmin dît. George Bush ji bo berxwedana dijî Saddam cesaret da Kurd û Şîîyan. Gava serhildanên Başûrê Iraqê têk diçûn, bi însîyatîfa Îngîltereyê li Bakur qedexeyên hewayî pêk hat û Kurdistanek otonom saz bû. Lê ji ber alîkarî ji Amerîkayê nehat ev yek têk çû. Li Bakurê Kurdistanê netewperwerên Kurd di bin nave PKK depiştî 1980î dest bi serhildanê kirin û li dijî dewleta Tirk 35 salan şerê gerîllatîyê meşandin. Di vî şerî de li gor texmînan zêdeyî 40 hezar kes hat kujtin. Piştre PKK ji alî Amerîka, Ewrûpa û Ingilîztanê ve wek rêxistinek terrorist hat naskirin.Di alozîya Sûrîyê de grûpên Kurd bajarên girîng ji artêşa Sûrîyê stendin, ev bajar li dijî ÎŞÎDê paraztin. Amerîkaya ku li Sûrîyê di peydakirina dostên pêbawer de bê hêvî bû li dijî ÎŞÎDê alîkarî û piştgirî da  Kurdan, çek û sîleh dan wan. Evê yekê dewleta Tirk tirsand ûket nav amadekarîyê. Piştî telefona Erdogan û Trump, Trump dinya û piranîya endamên hikûmeta xwe xeyalşikestî kir û got ewê leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişîne û rê da dewleta Tirk û êrîşê bike.

z.b

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin