Konsolos Kelemens Semtner: “Em hevpeymanekî Herêma Kurdistanê yê giringin”

Konsolos Kelemens Semtner: “Em hevpeymanekî Herêma Kurdistanê yê giringin”

PeyamaKurd – Konsolosê giştî yê Almanya yê Herêma Kurdistanê Klemens Semtner di mijara rêkeftina Almanya û hêzên Pêşmerge de ragihand ku di xizmetê de wan 10 projeyan girtine aliyê xwe. Semtner bo K24 ê ragihandiye ku di nava projeyan de pêwistiyên bijîşkî bo nexweşxana Pêşmerge û xizmetên bo perwerdekirina pêşmerge hene. Her weha konsolosê Almanya ragihandiye ku di aliyê îdarî de hevkariya Kurdistanê bikin. Semtner weha ragihandiye:

“Rêkeftina li gel wezareta Pêşmerge hatiye îmzekirin. Me 10 projeyan girtiye ser xwe. Di nav wan de dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî yên Nexweşxane ya Pêşmerge û pêşkêşkirina bernameya perwerdehiya serbazî, bi taybetî ji bo pêşmergeyên dêrîn hene. Niha em qonaxeka cuda de ne û xebata me di nav reforma Herêma Kurdistanê de, di nav hêzên Pêşmerge de ye.

Bi sedema pandemiyê niha xebata perwerda Pêşmerge rawestiyaye lê em ji aliyê rêvebiriyê de alîkariya wan dikin. Almanya yek hevkarê girînge di pêşxistina Herêma Kurdistanê de.

Em spasiya Hikûmeta Herêmê dikin ku hembêza xwe ji bo hejmareke mezin ji koçberan û awareyan re vekiriye. Me di warê koçberan de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her weha me gelek hewl daye ku şîrketên Almanya werin Kurdistanê û li herêmê veberhênanê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin