150 TIR alavên leskerî derbasî navçeyên HSDê bûn!

150 TIR alavên leskerî derbasî navçeyên HSDê bûn!

PeyamaKurd - Di 2 rojan de 150 TIR alîkariyên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî di 2 rojan de 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî (TIR) û lojistîkî derbasî navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê kirin.

Şandina van alîkariyên leşkerî û lojistîkî ji hêzên HSDê re di demekê de ye, Tirkiyê û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê li hev kirine û duh jî yekem gera hevbeş a çavdêriyê ya hêzên Amerîkî û Tirkî li gundewarê Girê Sipî encam dan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji dema kontrol kirina bajarokê Baxozê ji destê DAIŞê di 23ê Adara borî de heta niha Hevpeymaniya Navdewletî bêhtir ji 2750 barhilgir derbasî navçeyên HSDê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin