Zekeriya Yapicioglu: Partiya HÜDAPAR ê wê destekê bide Erdogan

Zekeriya Yapicioglu: Partiya HÜDAPAR ê wê destekê bide Erdogan

PeyamaKurd – Bi mehaye ku danûsitendinên di navbera partiya HÜDAPAR ê û AKP ê dewam dikirin lê heya niha HÜDAPAR ê tewrê xwe aşkera nekiribû. Li ser mijarê serokê giştî yê HÜDAPAR ê Zekeriya Yapıcıoğlu civîneka çapemeniyê lidarxist û ragihand ku wê di hilbijartina 14 ê gulanê de destekê bidin Îttîfaqa Komarî ya Recep Tayip Erdoğan. Yapıcıoğlu weha got:

“Me îro sibê civîna xwe kir û di rojeva me de du mijar hebûn. Di civîna serokatiya dîwanê de, me bi rêvebirên xwe yên bajaran û navçeyan re danûsitendin kir û me biryarê da ku em Recep Tayip Erdoğan destek bikin. Li ser hilbijartinên parlementoyê hevdîtinên me dewam dikin. Wê di hefteya pêşiya me de ji AKP ê heyetekî were navenda partiya me ya li Ankara û bi me re hevdîtin bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin