PeyamaKurd – Civîna Wezîrên Berevaniyê ya NATOyê ku du rojan wê dom bike, îro 15ê Hezîranê li baregeha Brukselê dest pê kir.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ku serokatiya civînê dike, bal kişand ser gefa çekên nukleerî ya Rûsya û şerê Ukraynayê û got, “Em di Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de ti nîşaneyeke aştiyê nabînin. Wê Pûtîn demeke nêzîk têbigihe ku nikare di vî şerî de bi ser bikeve.”
Stoltenberg, li ser pirsa endamtiya Swêdê ya NATOyê jî bal kişand ser civîna Enqereyê û da zanîn, “Heta Lûtkeya Vilnuisê endamtiya Swêdê mimkun e, lê nikarim garantiya wê bidim. Em pir hewl didin ku endamtiya Swêdê pêk were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin