Wezîrên Yekîtiya Ewropayê, îro dicivin

Wezîrên Yekîtiya Ewropayê, îro dicivin

PeyamaKurd- Wezîrên berevanî û karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser piştgiriya ji bo Ukraynayê û gavên ku dê li hember Rusyayê bên havêtin, li hev dicivin.

Di civîna wezîran a ku li paytexta Çekyayê ya Pragê dê îro û sibê berdewam bike de beriya civîna fermî, wezîrên berevaniyê, civîneke nirxandinê ya ne fermî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de mijara piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê, mijara sereke ye. Hat eşkerekirin ku Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov jî beşdarê civînê dibe.

Josep Borrell, rewşa dawî ragihand

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî beriya civînê axivî û got,

“ Rewş, gelek xirab e. Divê piştgiriya YEyê, ji bo Ukraynayê berdewam be.”

Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de dê li ser perwerdekirina leşkerên Ukraynayê jî guftûgo werin kirin û ji ber ku ev pêşcivîn ne fermî ye, dê encamên wê îro bi awayê fermî neyên eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin