Dozgerê navçeya Kercews a Batmanê întihar kir

Dozgerê navçeya Kercews a Batmanê întihar kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dozgerê Komarê yê navçeya Kercews a bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, Abdulsamet Yilmaz ê 28 salî li mala xwe, bi demançeyê întihar kir.

Hat diyarkirin ku Yilmaz li lojmanên edliyeyê bi demançeya xwe gule di serê xwe de teqandiye û bi giranî birîndar bûye. Tîmên hawarçûnê ew rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê, lê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê derbarê sedemên ku dozga hewla kuştina xwe daye de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Hat zanîn ku dozger Yilmazê ku nû zewicî bû, 2 meh berê bo navçeya Kercewsê hatiye tayînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin